Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbulah û Hamas ser Pêşnîyarên jibo Agirbesta Gaza Dipeyivin


Koma Hizbullaha Libnanî îro Înê ragihand ku rêberê wê Hesen Nasralah û karbidestê payabilind yê Hamasê Xelîl El Haya kom bûne û ser rewşa Gaza û danûstandinên jibo agirbestê peyivîne.

Li gor ragihandina Hizbulaha ku Îran piştgirîya wê dike, Nasralah û Cîgirê Serokê Hamasê Haya ser rewşa dawî ya sîyasî Gaza û ewlekarîya wê axivîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Nasralah û Haya derbarê pêşnîyarên ser agirbesta jibo Gazayê danûstandin kirine.

Karbidestekî payabilind yê Amerîkayê do Pêncşemê dîyar kir ku Hamasê ser helwesta xwe ya jibo danûstandinên bo guherîneke girîng kiriye û got ku ew hêvî dikin ev guherîn rê li ber agirbesteke mayînde veke.

Hizbulah û Îsraîl ji Cotmehê vir ve, paralela şerê li Gaza li sînorê Lubnan û Îsraîlê pev diçin ku ew pevçûn ser berfirehbûna girjîya li herêmê fikaran çêdikin.

Hizbulah û Hamas ji alîyê Amerîkayê ve wekî komên terorîst tên dîtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG