Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Îro jî Xwepêşanderan Dikujin


Xwenîşanderên demokrasîxwaz li Hula ya nêzîkî bajarê Himusê Beşar Esed protesto dikin. Cotmeh, 27, 2011.
Xwenîşanderên demokrasîxwaz li Hula ya nêzîkî bajarê Himusê Beşar Esed protesto dikin. Cotmeh, 27, 2011.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên ewlekarîyê îro Înîyê, bi kêmî ve 4 kes, di xwepêşandanên dijî hikûmetê ya seranser welêt de kuştin.

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê li gelek cîhan ku nav de Himus û Hama jî hene, teqe li xwepêşanderan kirin.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) jîê radigîhîne, cenazeya leşkerekî revok li parezgeha Idlib bû xwepêşandaneke opozîsyonê.

Bizavkarên hevrik bang li xwepêşanderan dikin ku jibo “herêma bê firîn” xwenîşandanê bikin. Bizavkaran bi rêya medyaya civakî gazî kir ku sînorkirina firînan wê alîkarîya parastina sîvîlan ji destê hêzên hikûmetê bike.

Bizavkar û berevankarên mafên mirovan dibêjin, di xwepêşandanên roja Pêncşemê de, herî kêm 8 kes ji destê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG