Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmetê Êrîşî Zanîngeha Helebê Dikin 4 Kuştî Hene


Roja Pêncşemê zû hêzên hikûmetê li bajarê Helebê avêtin ser nivistingeha zanîngehekê û bi kêmî ve 4 kes kuştin.

Amerîka ew êrîş mehkûm kir û Serok Beşar el Esed tawanbar kir çi pêngavan narake bo rêzgritina ji agirb-besesê ya sê heftîyan ji layê li Neteweyên Yekbûyî ve hatî ragehandin.

Vîdeoyekê nîşan da nêzîkî 1,500 xwendekar li bajarê Helebê li bakura welatî li dijî deselata 40 salan ya binemala Esed xwepêşandan dikirin demê teqe li wan hat kirin. her weha xwendekarên alîgirên hikûmetê bi kêran êrîş kirin ser xwendekarên nerazî berî hêzên ewlekarîyê bigehin wêderê û bi gaza rondikrêj û çekanên gerim êrîşê biken ser wan.

Xwendekarn gotin êrîşa bo ser nivistengeha wan heta pênc demjimêran berdewam bû.

Bizavkar didine zanîn 28 xwendekar birîndar bûne rewşa sê ji wan dijwarê û herî kêm 200 xwendekar ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine desteser kirin.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) got, hêzên ewlekarîyê her wiha li Şamê jî du êrîşên cihê pêk anîne.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin pirtir ji 11.000 hezar kes heta niha jîyana xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG