Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Mezin bo Danûstandinên Navokî li Tirkîyê Dicivin


Hêzên Mezin bo Danûstandinên Navokî li Tirkîyê Dicivin
Hêzên Mezin bo Danûstandinên Navokî li Tirkîyê Dicivin

Rêberên cîhanê jibo danûstandinên li ser bernameya navokî ya Îranê ya kêşebar, îro Înîyê li Tirkîyê kom dibin.

Îran li rojên borî helwêsta xwe dîyar kirîye li ser babetên ku di kombûnê dê li ser danûstandanan bike. Hîn karbidestên bilind got, Îran dê behsa dosyeya navokî bike. Hindek karbidestên din jî gotîye ku Îran bi tenê dê qala pêguherîna keresteyên sotina navokî bo karxistina reaktoreke xwe bike.

Di kombûna roja Înî û Şembî de 5 endamên herdemî yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekbûyî û Almanya dê pişikdar bin ku wekî Gruba P5+1 tê nasîn. Ew grub hêvîdar e ku li ser babetên cihê alozîyê biaxifin ew jî ku Îran bizavê dike ku çekên navokî pêşve bibe, lê Îran vê çendê înkar û haşa dike.

Îran rûbirûya tolên rojava bûye jiber bernameya wê ya navokî ya kêşe li ser.

Serokê şandeya Îranê bo danûstandinan Saîd Celîlî dibêje, Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî (IAEA) berdewam vekolîn kirîye ku bernameya navokî ya welatî wî zêdegavîyê li peymanên belav nebûna çekan neke.

Bi alîyekî din ve, Reuters li ser zarê nûnerê Tehranê bo IAEA, Ali Ashgar Soltanieh radigihîne ku dibêje, pêdivî ye welatên hêzdar bi lez biryarê li ser pêguherîna keresteyên sotina navokî bidin. Wî got, pêdivî bi ti rêkeftinan nabe, heke Tehranê % 20 ji uranyuma xwe yê zaxkirî di sazgehên xwe yên navokî dane.

Roja Pêncşemê, di konferanseke de peyaman li Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergeî Lavrov hişdarî da ku heke Amerîka û welatên din yên rojava tolan li ser Îranê danin, dê encamên neyênî hebin.

XS
SM
MD
LG