Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Humsê Topbaran Dikin, Herî Kêm 5 Mirî Hene


Tankên artêşa Sûrî li bajarê Der El Zor in.
Tankên artêşa Sûrî li bajarê Der El Zor in.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên ewlekarîyê bajarê Hums bomberan kir û jimareke xanîyan dan ber agirê. Bizavkar radigîhînin, herî kêm 5 kes di encama wan êrîşan de hatine kuştin.

Hums yek ji navendên herî xûrt ya serhildanên dijî Serok Beşar Esed e û gelek caran dibe armanca êrîşên hêzên hikûmetê.

Bizavkarên Sûrî her wiha radigihînin, bi kêmî ve 2 kesên din di êrîşên artêşê de li bajarên din yên wî welatî hatine kuştin.

Pêzanînên ku bizavkar didine, ji alîyê jêderên serbixwe ve nayên piştrast kirin, jiber ku hikûmeta Sûrî nahêle ku medyaya bîyanî bûyeran bişopîne.

Hevalbendên dijî Esed gelek caran hewil dan ku Sûrîyê li Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî şermezar bikin, lê Rûsyayê her carê rê li ber wan bizavan girt.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî hindik 8.000 kes di tepeserkirina hikûmeta Beşar Esed de li nav sala borî hatine kuştin. Lê, hikûmeta Sûrî dibêje, terorîstên bi piştgirîya hêzên bîyanî wan êrîşan pêk tînin.

XS
SM
MD
LG