Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Saudî li Yemenê Dixwaze Hudeyda Bigire


Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî îro Sêşemê operasyonên xwe li Yemenê xurt dike ku bajarê Hudeyda ya ser deryayê kontrol bike.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ku yek jî endamên serekî ya koalîsyona bi piştgirîya Rojava ye, heta dawîya îro dem da serhildayên Husî ya bi piştgirîya Îranê ku din çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de ji Hudeyda vekişin.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dîyar kir ku ger Husî venekişin ewê bi şer bajêr konrtrol bike. Çavdêr bal dikşînin ku wê cara yekê be artêşeke bîyanî hewil bide ku bajarekî serekî ya baş parastî, têxe bin kontrola xwe.

Hudeyda, ku bendera herî mezin ya Yemenê ye, jibo tevahîya welêt pir girîng e jiber ku hemî alîkarîyên navnetewî ji ser wî bajarî digehijin wî welatî. Ew herwiha teka bender e ku di bin kontrola Husîyan e.

XS
SM
MD
LG