Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî: Em Rêferanduma Herêmê Nas Nakîn, Lê Me Rêz Bo Heza Gelê Kurd Heye


Haider al-Abadi
Haider al-Abadi

Serok hikûmetê Îraqê Haider al- Abadî doh roja Sêşemê, li paytext Bexda, di civîna heftane ya bi rojnamevanan re axiftinek kir û bersiva rojnamevanan da.

Di axiftina heftane de, serok hikûmetê Îraqê Haider Abadî balkişande ser pirsgirêkên ewlekarîyê li Îraqê yên weke şerê lidij çekdarên DAIŞ û pirsgirêkên Bexda li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Derbarê pirsa çekdarên biyanî yên li Îraqê di nava rêzên komela terorîst DAIŞ'ê de, li Îraqê şer dikirin û hatine girtin, dê çarenivîsek çawan hebe?

Abadî got"Eger DAIŞ bin, û di nava DAIŞ'ê de tawan li dij Îraqîyan encam dabin, ewê kesek ji yasayê derbas nebe û dê bigehin sizayên xwe".

Li aliyekî din serok wezîr Haider Abadî bersiva pirsa rojnamevanan da, yên derbarê hewildanên encmdana Rêferanduma li herêma Kurdistan Îraqê pirsî bûn.

Abadî debarê Referanduma herêma Kurdistana Îraqe got"Em li yerk welat dijîn, li vî welatî destûr desthilatdare, yasa desthilatdare û ya dawiyê benda referandumê, di destûrî de tuneye, Tû referanduma yek alî encam bidî û bixwazî cûda bibî, ev di destûrî de nîne, Jiber vê yekê em serederîya destûrî li gel dikîn, ev rêferandum ne yasîye, ne destûriye, em serederiyê li gel wê nakîn, lê Me rêz jibo heza gelê Kurd heye, lê cûdahî di navbera herdu haletan de heye".

Haider Abadi
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:48 0:00

XS
SM
MD
LG