Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îspanya Bang li Platformên Medyaya Civakî Dike ku Bê Alî Bin


Berdevka hikûmeta Îspanya Pilar Alegria îro Sêşemê got ku platformên medyaya civakî divê bê alî bin û mudaxale li karên sîyasî yên dewletên nekin.

Alegria di preskonferansekê de ser nîqaşên xwedîyê X’ê Elon Musk û rêberên Ewrupî yên wek Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer û Serokê Fransa Emmanuel Macron wisa got.

‘’Li gor me divê ew platform her dem bê alî bin û berî her tiştî jî bê ku mudaxale bikin karên xwe bimeşînin.’’

Komîsyona Ewrupa do Duşemê got ku Musk jibo ragihandina fikrên xwe yên ser sîyaseta Ewrupa serbest e, lê divê ew baldar be.

Ew komîsyon dibêje ku divê platformên onlayn yên mezin dema peyvajoyên hilbijartinan û gotinên sîvîl li gor Qanûna Xizmetên Dîjîtal yên Yekîtîya Ewrupa (YE) tevbigerin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG