Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Hikûmeta Amerîkî Îcar Neyê Girtin


Medya Amerîkî ragihand ku hin Komarî û Demokratan ser negirtina hikûmeta li hev kirine.

Jiber ku Komarî û Demokratan li ser budçeya bo dîwarê li sînorê Meksîko li hev nekiribû, hikûmet di 22’ê Berfanbarê de hatibû girtin û 35 rojan girtî mabû.

Bo hikûmet careke din neyê girtin, divê senator heta 15’ê Sibatê li hev bikin.

Ger her du li hev nekin, dibe ku hikûmet careke din were girtin.

Serok Donald Trump berê dîyar kiribû ku bo derxistina budçeya dîwarê li sînorê Meksîko dibe ku ew rewşa awarte ragihine.

Ger rewşa awarte were ragihandin, bêyî pejirandina Kongresê, dibe ku pereyên Wezareta Berevanîyê were xerc kirin.

XS
SM
MD
LG