Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê: Operasyona Tirkîyê Dagirkerî Ye


Wezareta Derve ya Sûrîyê, ser operasyona Tirkîyê û Artêşa Azad ya Sûrîyê ya dijî Efrînê got ku ‘’dagirkerî’’ ye.

Wezareta da zanîn ku hikûmeta Sûrîye jiber vê operasyonê nerazîbûna xwe nîşan dide û dîyar kir ku ewê li gor dagirkerîyê bersîvê bidin.

Wezareta Derve ya Sûrîyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û da zanîn ku divê ti dewlet hiqûqa bi hêzên xwe yên leşkeri hiqûqa navneteweyî binpê neke.

Tirkîye di 20’ê Çileyê de dest bi operasyonê kiribû. Karbidestên Kurd radigihînin ku heta niha bi sedan sîvîl di êrîşên Tirkîyê de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG