Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kolombîya û ELN Jinûve Şer Dikin


Li Kolombîya, şerê di navbera hikûmetê û Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) piştî agirbesta bi qasî 100 roj dewam kir, jinûve destpê kir.

Serokê Kolombîya Manuel Santos bang li şandeya danûstandinê ya li Ekvadorê kir ku vegerin welêt.

‘’Min ji serokê şandeyê re got ku demûdest vegere welêt û bang li hêzên me kir ku bersiva êrîşan bidin’’ Santos got.

ELN’ê piştî dawîbûna agirbestê êrîşî hêzên ewlekarîyê û xetên petrole kir. Di pevçûnan de bi kêmî ve du leşker birîndar bûn.

Bi qasî 500 çekdarên ELN’ê hene û hêza dawî ya ku hikûmeta Kolombîya dixwaze pê re danûstandinan bike ye.

Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) bi hikûmetê re peymana aştîyê îmza kiribû û bûbû partîyeke sîyasî.

XS
SM
MD
LG