Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Nû ya Îtalya Roja Pêncşemê Sond Dixwe


Giuseppe Conte
Giuseppe Conte

Îtalya, ku bi karvekişîna Serokezîr Giuseppe Conte, bi kêşeya nebûna hikûmetê re rû bi rû mabû, hikûmeta nû ava kir.

Conte, ji Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella re bernameya hikûmeta nû lîsteya kabîneyê pêşkeş kir.

Hikûmeta duyê ya bi rêberîya Conte dê roja Pêncşemê li pêş Mattarella sond bixwe û li parlamna jêrîn û jorîn dengê bawerîyê bixwaze.

Di kabîneya nû de Rêberê Tevgera Pênc Stêrkan Luigi Di Maio wezîrê derve ye.

Luigi Di Maio dîyar kir ku hikûmet ne çepgir yan rastgir e û ewê tiştên rast bike.

XS
SM
MD
LG