Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê jibo Serhildayan Banga Guherandina Dîl û Girtîyan Dike


Li zindana Heleb'ê girtîyek
Li zindana Heleb'ê girtîyek

Hikûmeta Sûrîyê îro Duşemê da zanîn ku ew amade ye ku girtîyan bi dîlên di dest serhildayan re biguherîne.

Ajansa dewletê ya Sûrîyê ragihand ku hikûmet jibo guherandina girtîyan bi ''dîlên ji aliyê komên terorîst ve hatine revandin'', ''her tim'' hazir e. Bi van guherandinan tê çaverê kirin ku berî hevdîtinên aştîyê, rewşa hişk ya di navber hikûmet û serhildayan de hinekî nerm bibe.

Rêber û rêvebirên serhildayan ser teklîfa hikûmeta hîn ti tişt negotine.

Wezîrê Karên Derve yên Qazaxistan'ê roja Şemîyê dîyar kiribû ku hikumeta Sûrîyê û serhilda jibo civîna Astana, ku dê di 15-16ê Sibatê de li dar keve, hatine vexwendin.

Ji aliyê din ve, hevdîtinên ku Neteweyên Yekbûyî (NY) birêve dibe jî dê di 20ê Sibatê li Cenev'ê destpê bike. Serhildayan do Yekşemê navên di şandeya wan de eşkere kir.

Hêjayî bîrxistinê ye, hikûmet û serhildayan hefteya çûyî 24 ji wan zarok 112 kes bi hevdu re guherandin. Guherîn li Madiq ya Hama, ku di dest serhildayan de ye, hat kirin.

XS
SM
MD
LG