Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Somalê Banga Dawîkirina Amborgoya Çekan Dike


Hikûmeta Somalê Banga Dawîkirina Amborgoya Çekan Dike
Hikûmeta Somalê Banga Dawîkirina Amborgoya Çekan Dike

Hikûmeta Somalî banga dawîanîna amborgoya çekan ya navnetewî li ser Somalê kir ku bikaribe baştir şerî mîlîtanên El Şabab bike.

Ew ambargo li sala 1992’an bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî hatibû danan, piştî ku hikûmeta welêt katibû û tundûtûjî destpê kirîbû.

Hikûmeta Somalê roja Duşemê bi daxuyanîyekê got, yekbûna El Şababê ya bi El Qaydê re ku hefteya çûyî hatibû ragihandin, rewşa ewlekarîyê li Somalê û Efrîqaya Rojhilat qelstir bike. Daxuyanîyê her wiha got, xeterî heye ku Somal bibe bingeha tora terorîstî.

Bi alîyekî din ve, El Şabab roja Duşemê rêdeçûnek li rojavaya paytaxt Mogadişu pêk anî û çend sed kes tê de pişikdarî kir. Berdevkê El Şababê Alî Mahmud Rage got, gruba wan bi yekbûnê pir dilxweş e.

Wî got, konferanseke navnetewî li tê dar xistin ku, bi gotinên wî, Somalê bike kolonîya hêzên mezin.

XS
SM
MD
LG