Karbidestên Taylandî dibêjin hikûmetê ferman da ku bazirganê gomanlêkirî yê çekan yê Rûsî, Viktor Bût, teslîmê Amerîka bike da ku bihête dadgehî kirin.
Polîsê Taylandî ragihand ku balafireka Amerîkî nîveroya Sêşembî Viktor Bût ji Bankokê re ber Amerîka bir, çend demjimêrekan piştî Serokwezîrê Taylandî Abhîst Vêcacîwa ragihand ku hikûmeta wî fermana teslîm kirina Bûtî da.
Li Moskow, Wezareta Derve ya Rûsî fermana hikûmeta Taylandî şermezar kir û ragihand ku ew ferman ji ber meremên siyasî hatiye dan.
Viktor Bût bi tawana firotina çekan hatiye xetabar kirin; çekên ku li şer û pevçûnan li Afrîqa, Amerîka ya Başûr û Rojhilata Navîn hatîne bikar anîn.
Hikûmeta Amerîkî Bûtî xetabar dike bi plan danan jibo kuştina welatiyên Amerîkî û piştevanî kirina komeleyên teroristî.