Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Serokê Xwe Çawa Hildibijêrin?


Îro li Amerîka hilbijartinên giştî têne kirin ku tê de serokê nû û jimareke mezin ya endamên Kongresê û walîyên 13 eyaletan tên hilbijartin.

Tevî ku di hilbijrtinan de Amerîkî tenê jibo serok nû dengên xwe nadin, li Amerîka û li tevahîya cîhanê hilbijartina seroktîyê bala herkesî dikşîne.

Hilbijartinên giştî yên Amerîka, ji 1792'an vir ve her 4 salan carêke, piştî Duşema yekê ya roja Sêşemê têne darxistin.

Roja hilbijartinê di navbera 2'yê Mijdarê û 8'ê Mijdarê de diguhere.

Hilbijartina seroktîya Amerîka ya herî dawî di 8'ê Mijdara 2016'an de pêk hat.

Her 2 salan carekê jî Hilbijartinên Nîvdemî (Midterm Elections) têne kirin.

Di salên damezrandina Amerîka de, mafê dengdanê û hilbijartinê tenê jibo dewlemendên xwedîyê erd hebû.

Jiber ku roja Şemîye cotkaran berhemên xwe dibirin bazarê û roja Yekşeman jî roja çûyîna dêrê ye û herwiha her Duşema yekê ya Mijdarê jî bo Katolîkan cejneke olî ye, biryar hat dayîn ku hilbijartinên giştî yên Amerîkî roja Sêşemê werin kirin.

Di Qanûna Bingehîn ya Amerîka de, di derbarê pêyvajoya destnîşankirina berbijaran de ti qanûn tuneye.

Hemî partîyên sîyasî, ku beşdarî hilbijartina seroktîya Amerîka dibin, berbijarên xwe yên seroktîyê bi rêka hilbijartinên navxweyî yên di navbera Sibat û Tebaxê de dîyar dikin.

Piştî ku hilbijartinên navxweyî diqedin, her partî di dawîya Tebaxê yan di serê Îlonê de kongreyekê li dar dixe û di vê kongreyê de bi fermî berbijarê xwe yê seroktîyê dîyar dike.

Di hilbijartinên seroktîyê de berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden e, û berbijarê Partîya Komarî serokê niha Donald Trump e.

Berbijara Libertarian Party anku Partîya Azadîxwaz Prof. Jo Jorgensen e û herwiha berbijarê Partîya Kesk jî Howie Hawkins e.

Sembola Partîya Komarî fîl, ya Partîya Demokrat jî ker e.

Hilbijartinên Amerîka bi rengan jî têne zanîn. Rengê Demokratan şîn e û yê Komarîyan jî sor e.

Eyaletên ku partî serdest in wek "eyaletên sor" yan "eyaletên şîn" têne bi nav kirin.

Şert û awayên dengdanê li her yek eyaletê cuda ye, lê li gelek eyaletan mafê dengdana pêşdem heye.

Herwiha, li piranîya eyaletan mafê dengdana bi şandina nameyan jî heye. Taybetî îsal jiber hebûna vîrusa korona bi awayekî rekorî ya dengên bi vî awayî hatin karanîn.

Encama hilbijartinên seroktîya Amerîka li gor rêjeya dengên ku berbijar li seranserê welêt digire, nayê hesab kirin.

Encam, li gor hejmarên gîştî yên endamên Desteya Hilbijaran (Electoral College) ve, ku partî ji tevahîya eyaletan qezenc dikin, tê hesab kirin. Bi gotineke din, gava hilbijêrên Amerîkî diçin ser sindoqan, ew ne jibo serokê nû, lê jibo Desteya Hilbijaran (Electoral College) deng didin, ku ew endam wê serokê nû hilbijêrin.

Desteya Hilbijaran komîteya hilbijartina seroktîya Amerîka ye û piştî hilbijartinên seroktîyê wek kongreyekê dicive. Delegeyên ku ji hêla her berbijarê seroktîyê ve hatine qezenc kirin, beşdarî vê kongreyê dibin û biryar didin ku kî bibe serokê Amerîka.

Desteya Hilbijaran ji 538 delegeyan pêk tê, ku ev jimara giştî ya Civata Senatoran û Civata Nûneran ya Amerîka ye. Berbijarê ku 270 delegeyan bi dest dixe, di hilbijartina seroktîyê de serketî dibe.

Di hilbijartina di 2016'an de Trump bi qezenckirina 304 delegeyan wek serok hatibû hilbijartin, lê Hillary Clinton ji Trump nêzî 3 mîlyon pirtir deng wergirtibû.

Hejmarên Delegeyên Desteya Hilbijaran li gor rêjeya nifûsa eyaletan tê destnîşan kirin. Eyaletên ku xwedîyê şenîyên mezin in, di Desteya Hilbijaran de bi hejmarên mezintir têne temsîl kirin. Eyaletên ku nifûsên wan mîlyonekê yan hindiktir bin, tenê bi 3 delegayan têne temsîl kirin.

3 eyaletên ku xwedîyê herî zêde delegeyan e bi rêzê ev in: California, Teksas û New York

Eyaletên ku her yek têne xwedîyê 3 delegeyan e jî ev in: Alaska, Delaware, Montana, North Dakota, South Dakota, Vermont û Wyoming.

Hilbijartin bi armanca parastina hevsengîya di navbera eyaletan, bi vî rengî tê çê kirin ku her eyalet jibo Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka ya bi 435 endaman, li gor nifûsa xwe nûneran hildibijêre, lê tevahîya eyaletan jibo Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka dikarin vekhew tenê 2 senatoran hilbijêrin.

Civata Nûneran, beşa jêrîn ya Kongresa Amerîka ye û bi giştî 435 kursîyên wê hene. Hilbijartinên vê civatê her du salan carekê tên nû kirin. Endamên wê di asta federal de nûnertîya gel dikin.

Hejmara endamên wê ji her eyaletê, li gor nifûsa giştî ya wê istanê tên dîyar kirin. Li gor encamên serjimêrîya gîştî, ku her 10 salan carekê tê kirin, dibe ku hejmara kursîyên eyaletan ya Civata Nûneran biguhere.

Jibo berbijarîya Civata Nûneran şert ev e ku berbijar 25 salî be û 7 sal hemwelatîya Amerîka be.

Sîstema seroktîya Amerîka, beşên qanûndanîn û rêvebirîyê bi tevahî ji hev cuda kiriye anku sîstema cihêbûna hêzên desthildar heye.

Hikûmet ne ji nava Civata Nûneran û Civata Senatoran, lê bi hilbijartinên seroktîyê tê hilbijartin û di encama hilbijartinên seroktîyê de ji hêla serok ve tê damêzrandin.

Civata Senatoran, civata jorîn ya Kongresê ye û ji 100 endaman pêk tê. Bê ku çiqas şenîya wê heye, her istan xwedîyê 2 senator in.

Ji sêyan yekê Civata Senatoran bi hilbijartinan her 2 salan carekê tê nû kirin û di hilbijartinên seroktîya Amerîka de jî, ji sêyan yekê Civata Senatoran tê hilbijartin û her senator 6 sal li ser erka xwe dimîne.

Li gor Qanûna Bingehîn ya Amerîka, her kesekî/e 30 salî û ger herî kêm 9 salan hemwelatîyê Amerîka be, dikare ji eyaleta ku dijî bo Civata Senatoran bibe berbijar.

Senato, wek civata jorîn, xwedîyê çend pêşnîyar û hêzên erêkirinê yên taybetî ye: erêkirina peymanan û erêkirina destnişankirina wezîran, endamên dadgeha bilind, dadwerên federal û karbidestên payebilind yên artêşa Amerîka.

Pêşnivîsa qanûnan li her du civatan jî cuda cuda têne nîqaş kirin û dengdan li ser wan tên kirin.

Ger di navbera qanûnên ku li her du civatan de hatine pejirandin de cudahî hebe, pirsgirêk ji hêla komîsyoneke hevpar ve tê çareser kirin û pêşnivîsa qanûna lihevkirî jibo erêkirinê ji serok re tê şandin.

Piştî hilbijartinê peyvajoyeke veguhêstinê destpê dike û di vê demê de, çaverê ye ku serokê nû tîma rêvebirîya xwe ava bike, ser hin mijaran ji karbidestên payebilind agahdarîyan bigire û hûrgilîyên bernameya xwe ya nû dîyar bike.

Ger serokê serkar jinûve were hilbijartin, polîtîka û revebirîya heyî bê navber didome.

Encamên hilbijartinên seroktîyê piştî hilbijartinê, di serê meha yek, Rêbendanê de ji hêla Kongresa Amerîka ve têne pejirandin. Serok û cîgirê serok ku di hilbijartinê de serfiraz dibin, di 20'ê Rêbendanê de bi merasîmeke girseyî sondxwarinê dest bi kar dikin.

Li gor qanûnên Amerîkî, serok tenê dikarin du gerên çar salî wek serok xizmetê bikin. Di vê hilbijartinê de serokê 46’an yê Amerîkî tê hilbijartin.

XS
SM
MD
LG