Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Îraqê Û Astengiyên li Pêşiya Parlamen Û Hikumetê


Ebdula Salih endamê berê yê parlamena Îraqê, Aram Balateyî endamê nû hilbijartî bo parlamena Îraqê.
Ebdula Salih endamê berê yê parlamena Îraqê, Aram Balateyî endamê nû hilbijartî bo parlamena Îraqê.

Hilbijartinên giştî yên parlamena Îraqê Şemiyê 12î Gulanê hatin encam dan, li gor daxûyaniya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li Îraqê ku doh Pêncşemê 17î Gulanê weşand, rêjeya beşdariyê di dengdanê de 44.52% bû.

Komîta bilind ya hilbijartinan herwiha da zanîn ku li sernaserî Îraqê 24.352.253 dengder hene, hejmara kesên dengê xwe dan û beşdarî di hilbijartinan de kirin10.840.989 deng in.

Gelek rexne derbarê encamên pêşî yên hilbijartinan hatin kirin û gilî derbarê nebaşiya dengdana elektironî hebûn û li gelek ciyan daxwaza cardin hejmartina bidest ya dengan dikin.

Li herêma Kurdistana Îraqê PDK dengên herî zêde qezenc kirin û li Îraqê tevgera al-Sedir ku lîsta wan bi navê al-Saîrûn bû kete pêşiya hemû lîstên din yên dengdanê li Îraqê.

Ev mijar di bernama Hello Washington de, bi mêhvanên bernamê re hat gotûbêj kirin, mêhavanên bernamê birêz Ebdula Salih endamê berê yê parlamena Îraqê û Dr. Aram Najî Baleteyî kesê nû hilbijartî û yê dengên zêde anîn li Duhok.

Birêz Ebdula Salih got"di hilbijartinên vê xûlê de gelek peyamên nû hebûn, divê bi cidî liser wan peyam û mesajan bihê rawestîn", Salih herwiha daznîn ku fakterê Nasyonalîzma Kurdî bandor liser dengên Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanî hebûn, jiber ku helwesta Ykgirto ya li hember Efrînê ne helwestek netewî bû, herwiha piştevaniya kesek wek Xalid Miş'il bandor liser wan kir.

Herwiha birêz Dr. Aram dibêje"sedema kêm beşdariya xelkê li Îraqa di hilbijartinan de ewe ku Gel êdî bawerî bi yariya siyasî û hevirkiya siyasan li Îraqê nemaye".

Hello Washington 18.05.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:48 0:00

XS
SM
MD
LG