Di hilbijartinên Amerîkayê de, hin wîlayet hene ku bi navê Wîlayetên Biryarder (Swing States) tên naskirin. Ev wîlayet dikarin di hilbijartinan de di navbera herdu partiyên sereke, Komarî û Demokratan de biguherinin.
Lê ev yek çawa dibe?
Dengên li van wîlayetan ne herdem ji bo heman partiyê ne. Wîlayetek ku di hilbijartinekê de piştgirî dide Demokratan, dikare di hilbijartina din de dengê xwe bide Komarîyan, an berevajî vê yekê.
Girîngiya van wîlayetan ji sîstema hilbijartinê ya Amerîkayê tê. Di piraniya wîlayetan de, berbijarê ku zêdetirîn deng distîne, hemû dengên hilbijêrên wê wîlayetê di Koleja Hilbijêran (Electoral College) de werdigire. Ji ber vê yekê, ferqeke biçûk a di dengdan de dikare bandoreke mezin li encamên giştî bike.
Lê Wîlayetên Biryarder her dem yek nagirin. Guhertinên di dengder û xwecihên wîlayetê de, aborî û derketina pîşesazîyên nû dikarin dengê wîlayetekê bi demê re biguherînin.
Di hilbijartinên nîvdemî yên îsal de, Alaska jî di nav wîlayetên ku pêşbîniya siyasî li ser wan girîng e de tê dîtin. Ji ber ku piştgirî ji bo herdu partiyan li wir nêzî hev e, herdu aliyên siyasî ji bo bidestxistina piştgirîyê xebatê dikin.
Ji ber girîngîya van wîlayetan, kempeynên hilbijartinê gelek pere ji bo reklamên siyasî xerc dikin û berbijar jî demeke mezin li van deveran derbas dikin.
Di hilbijartinên Îsal Wîlayetên Biryarder Kîjan in?
Di hilbijartinên nîvdemî yên 3'ê Mijdara 2026’an de, li gorî encamên hin rapirsîyan heft wîlayetên Amerîkayê wekî qada pêşbirkên girîng ên Senatoyê tên dîtin. Di van wîlayetan de, berbijarên Komarî û Demokrat ji bo bidestxistina kursîyên Senatoyê pêşbaziyê dikin.
Alaska: Pêşbirkeke girîng a Senatoyê di navbera Dan Sullivan, ji Partiya Komarî, û Mary Peltola, ji Partiya Demokrat, de heye.
Iowa: Kursîya vala yê Senatoyê di pêşbirkeke nêzîk de ye û herdu partî ji bo bidestxistina wê hewl didin.
Maine: Senatora Komarî Susan Collins ji alîyê berbijarekî Demokrat ve rastî pêşbirkê tê.
Michigan: Kursîyeke vala yê Senatoyê bûye qada pêşbirkeke girîng di navbera herdu partiyan de.
Ohio: Sherrod Brown, berbijarê Demokrat, li hember Jon Husted, Komarî, dikeve pêşbirkê.
Teksas: Pêşbirkeke ku balê dikişîne di navbera Ken Paxton, Komarî, û James Talarico, Demokrat, de tê çavdêrîkirin.
Kansas: Senatorê Komarî Roger Marshall li hember berbijarê Demokrat Adam Hamilton pêşbazîyê dike.
Lê li gorî ajansa Reuters, wîlayetên biryarder ev in: Michigan, Georgia, Pennsylvania, Nevada, Arizona, North Carolina, Wisconsin, Ohio.
Hêjayî gotinê ye ku wîlayetên biryarder ne merce ku di hemû hilbijartinan de heman wîlayet bin, hilbijartin ji bo hilbijartinê nav tên guhertin.