Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amadekarî Jibo Hilbijartinên Rêvebirîyên Xwecihî Li Efrînê


Hilbijartin li Rojava - Bakurê Sûriyê
Hilbijartin li Rojava - Bakurê Sûriyê

Biryar e di 1'î meha 12'an de, hilbijartinên rêvebirîyên xwecihî yên bajar, navçe û kantonên sîstema fedralîya Bakurê Sûrîyê pêk werin.

Komîserîya bilind ya hilbijartinan hefteya borî derîyê serlêdanê jibo berbijêran girt û niha amadekarîya pêvajoya dengdayînê dike.

Jibo zanyarîyên bêtir û naskirina amadekarîyên dawî endama komîserîya bilind ya hilbijartinan li Kantona Efrînê Roşîn Hido ji Dengê Amerîka re got:

"Di hilbijartinan de 3 meclîs jibo bajar, navçe û kantonê tên hilbijarrtin, ku 62 kes di meclîsa kantonê de jiber hersê herêmên Reco, Cindirês û navenda Efrînê cih digrin".

Roşîn dîyar kir ku komîserîyê ji 17'î Cotmehê de ta 5'ê vê mehê derî jibo pêşwazîya serlêdanên berbijêran vekir û wiha domand: "Hejmara berbijêran li hemû Kantona Efrînê 1273 kes in, ji herdu zayendan jin û mêr".

Derbara alîyên sîyasî ku, di hilbijartinan de beşdar in, Hido ragihand: "Sê lîstên siyasî yên Neteweya Demokratîk, Partîya Yekîtî û Hevbendîya Niştimanî pêşbazîyê di hilbijartinan de dikin, herwiha hejmarek berbijêrên serbixwe jî hene".

"Em niha navendên dengdayînê û komîteyên ku dê pêvajoya hilbijartinan bi rêve bibin amade dikin" Roşînê got.

Roşîn Hido-Efrin
Roşîn Hido-Efrin

Hêjayî gotinê ye ku, hilbijartinên rêvebirîyên xwecihî qonaxa 2'yê ne ji hersê qonaxên hilbijartinên sîstema fedralîya Bakurê Sûrîyê, ku di 22'yê Îlonê de hilbijartina komînan weke qonaxa yekê pêk hatin û di 19'î Çile 2018'an de bi hilbijarrtina Kongira Gelan ya Demokratîk qonaxa dawî pêk tê.

Amadekarî bo Hilbijartinan li Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG