Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên 31î Adarê de li Tirkiyê 13 Partî Û 4 Lîste Hene


Komîta Bilind ya Hilbijartinan li Tirkiyê YSKê, roja Duşemê da eşkere kirin ku di hilbijartinên herêmî de li 31î Adarê 13 partiyên siyasî li seranserî Tirkiyê dê beşdariyê di hilbijartinan de bikin û bikevin pêşbaziyê.

Her çende berî niha jî navê wan partiyan û kampeynên wan yên hilbijartinê hatbûn destpêkirin, lê jiber ku YSK bo hilbijartinên derbazbûyî yên 24î Hezîranê biryar girt bû ku partiya navê wê ji aliyê YSKê ve nehê pejirandin, ew partî nikare bikeve hilbijartinan.

Komîta Bilind ya Hilbijartinan bi daxûyaniyekê de partiyên beşdar di hilbijartinên 31î Adarê de weha birêz kirin;

1. Partiya Saadatê (Saadet Partisi)

2. Partiya Tirkiya Serbixwe (Bağımsız Türkiye Partisi)

3. Partiya Komûnîstan ya Tirkiyê(Türkiye Komünist Partisi)

4. Partiya Niştîmanî(Vatan Partisi)

5. Partiya Yekîtîya Mezin(Büyük Birlik Partisi)

6. Partiya Doza Azad(Hür Dava Partisi)

7. Partiya Komarî ya Gel(Cumhuriyet Halk Partisi)

8. Partiya Edalet û Pêşketinê(Adalet ve Kalkınma Partisi)

9. Partiya Demokrat(Demokrat Parti)

10. Partiya Tevgera Neteweparêz(Milliyetçi Hareket Partisi)

11. Partiya Baş(İYİ Parti)

12. Partiya Demokratîk a Gelan(Halkların Demokratik Partisi)

13. Partiya Çep ya Demokratîk(Demokratik Sol Parti)

Çar Lîste

Dengder di hilbijartinan de dê dengê bide Çar lîstan, piştî dengê xwe da wan lîstan dê bixe di zerfekî de biavîje di sandoqa dengdanê de.

Dengdan bo herçar lîstan jî wehane: Dengdan bo lîsta şaredariya bajarê mezin, şaredariya bajar û bajarokan, endamtîya civata şaredariyan û moxtaran.

XS
SM
MD
LG