Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kantona Cizîre Cara Yekê Hilbijartin Têne Kirin


Di set 8 sibehê de bi dema Qamişlo navendên hilbijartinan pêşwazîya welatîyan kirin da ku dengê xwe bidin nûnerên xwe.

Li seranser bajarên Kantona Cizîrê hilbijartin destpê kirine. Ji bilî bajarê Til Temir bi sedema şer li wir hilbijartin nehatin li darxistin.

Dengê Amerîka li navendên Qamişlo gerîya û rewşa hilbijartinan şopand.

Ehmed Mûsa karmendê navenda hilbijartinê ya navenda şaredarîya taxa Xerbî dibêje ku hilbijartin bi rengekî çalak derbas dibin û 6 kesan xwe vekişandin.

Welatîyek jin dibêje, ewê dengê xwe bide ew kesê ku bikaribe bajarê min bedew bike.

Li taxên Krîstîyanan jî welatîyên Sûryanî berên xwe dabûn navendên hilbijartinê.

Helana Melki welatîyek jin ji pêkhata Krîstîyanan dibêje, ew hatiye dengdanê jibo pişgirîya prosesa demokratîk li bajarê xwe bike.

Hina Îsa çavdêrek ji milê Partîya Sûryanî ya Demokratîk dibêje ku nûnerê me bêşdar in û hin kêşeyên mîna şaştîyên di lîstan de derket, lê ew niha tê çareser kirin .

Hêjaye gotinê ku şandeke Herêma Kurdistanê ji YNK çavdêrî li hilbijartinan dikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG