Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Kurd Û Hilbijartinên Îraqê


Îhsan Amêdî (PDK) û Najî Bakozî (YNK)

Roja Yekşema li dahatî, 10'ê Oktoberê li sernaserî Îraqê dê hilbijartinên giştî yên parlemenê pêk bihên, li gor Komisyona Serbixwe Ya Hilbijartinan li Îraqê zêdetirî 24 mîlyon Îraqiyan mafê dengdanê heye, heta niha zêdetirî 14 mîlyon kesan weke tomrkirina bayometrî bo dengdanê navên xwe tomar kirine.

Li seranserî Îraqê zêdetirî 3 hezar berbijêr di kempên û bangeşeya hilbijartinan de di pêşbirkêya gehiştina 320 kursiyên parlemenê dane.

Li gor rapirsiyên heta niha hatine kirin û herwiha çavdêr û pisporên di warê hilbijartinan de didin zanîn ku rêjeya beşdarbûnê dê ya kêm be.

Lê berpirsên blok û koalîsyonên siyasî dibêjin piştî ku helmet û bangeşa hilbijartinan hatî destpêkirin, her aliyek dixwaze berbijarên wan serkevin, jiber wê yekê eger rapirsiyek nû bihê kirin dê diyar bibe ku rêjeya beşdarbûnê dê kêm nebe.

Li Îraqê bi şêweke demokrasî û derveyî desthilatek totalîtar û otorîte bo yekem car, hilbijartin di sala 2005ê de çêbûn, piştî ku destûra nû ya Îraqê hat darêtin û dengdan li ser hat kirin, heta niha 5 caran hilbijartinên giştî li Îraqê pêk hatine piştî ku rejîma Baa’s ya bi serokatiya Seddam Hûsên ji aliyê Amerîka û hevpeymana ve sala 2003ê hat jinav birin, ev xula 6an ya hilbijartinên giştî ye li Îraqê ji wê demê heta niha.

Hilbijartinên vê carê çi cûdahî ligel yên berê heye? Rolê kurdan dê çi be û dikarin bo herêma xwe çi bikin?

Kurd ji derveyî navxwe, li gel aliyên din yên Îraqê dê bikarin hevpeymaniyê bi kê re çêkin û xwe nêzîkî çi alî dibînin.

Jibo danûstanidnên derbarê vê mijarê bernama Hest û Helwest mêhvandariya birêz Îhsan Amêdî, Endamê Dezgeha Roşenbîr û Ragihandina Partî Demokratî Kurdistan (PDK)ê û birêz Najî Bakozî, Cîgirê serokê Melbendê Çar yê Yeketî Niştîmanî Kurdistan (YNK) ê kir.

Birêz Îhsan Amêdî got, proseya hilbijartinan bi şêweke demokratî li Îraqê ne kevne, û bi taybet li ciyekî ku "Proseya hilbijartinan di seqayekî demokratî, di kulturekî ku ayîn têda zal be, yan bakgraûndekê hoz û eşîrtî têda zal be, yan xelkekê kêm roşenbîr be, prosek bizehme."

Amêdî derbarê rewşa helmeta hilbijartinan û kempeynên berbijaran li herêma Kurdistanê got "Heta niha proseya hilbijartinan li herêmê di seqayek aram û demokratî de birêve diçe, heta nihe dilxweşkere.." Amêdî di wê bawerê daye ku hejmarek zêde ya dengderan dê di hilbijartinan de dengê xwe bidin.

Herwiha birêz Najî Bakozî derbarê hilbijartinan got, "Vê carê hilbijartinan taybetmendiya xwe heye, guherîna sîstemê hilbijartinan ya wekirî ku her aliyek baştir karê xwe bike," Bakoz got ku em hewil didin, ev hilbijartine bê kêşe û gîrûgirft derbaz bibin.

Derbarê rolê Kurdan vê carê li Bexda û divê kurd çi bikin piştî hilbijartinan, Bakozî got "Divê tîma parlementarên kurd ya jibo Bexda dihê hinartin, tîmeka hevgirtî be, da ku bişêtin berevaniyê ji xalên destûrî bikin yên peywendî bi herêma Kurdistanê re heyî.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:05 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG