Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saman Nuh Şirovekar Û Rêveberê Saziya 'Nirij' Hilbijartinên Îraqê Dinirxîne


Hilbijartinên Îraqê
Hilbijartinên Îraqê

Roja Yekşemê hilbijartinên pêşwext li Îraqê pêkhatin û bi mîlyonan Îraqiyan li 83 bazneyên dengdan di hilbijartinên pêşwext da dengên xwe dan.

Li Îraqê di hilbijartinên pêşwext de ku 10ê Cotmehê roja Yekşemê pêkhatin, taybetmendiyek xwe hebû, hem jibo Îraqiyan û hem jî jibo civaka navnetewî.

Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilibjartinan li Îraqê ragihand ku li 83 bazneyan, li 8,962 navendgan û li 57,944 êstgehan dengdanê, dengder bo serxistina 329 endamên parlemenê çûne ser sindoqên dengdanê.

Cûdahiya herî zelal ya hilbijartinên vê carê li Îraqê pirsa ewlekariyê bû, ku carên berê hilbijartin di nava şer, pevçûn û teqandina bombeyan û êrîşê xwekujî de ji aliyê rêxistinên tundrê yên weke DAIŞ û Al-Qaide û grûpên din yên çekdar yên tundrê pêk dihatin.

Lê vê carê heta astekî rewşa ewlekariyê baş bû weke berpirsên ewlekariya Îraqê û herwiha çavdêrên navnetewî dibêjin ku di atmosfêreke aştiyan de dengdan çêbû, lê dîsan jî hilbijartin ji kêm û kasiyan bê behir nebû.

Her çende rêjeya beşdarîya di hilbijartinê de di navbera 41-44ê de ye li gor datayên destpêkê yên Komisyona Bala, lê dîsan hin aliyên siyasî yên weke Kutleya Sedir weke pêkhateya Şîia li Îraqê, Kutleya bi rêberiya Mihemed Helbusî serokê berê yê parlementoya Îraqê weke pêkhateya Sûnî û Partî Demokratî Kurdistan li herêma Kurdistanê hejmara kursiyên xwe zêde kirin, lê dîsan jî van hêzan li gorî hejmara dengên hilbijartinên berê dengên xwe kêm kirine, ev jî vedigere bo rêjeya kêm ya beşdarbûna dengdanê.

Saman Nuh Rojnamevan Û Şirovekar
Saman Nuh Rojnamevan Û Şirovekar

Hin kutle û aliyên siyasî yên weke Hevpeymaniya Fetih ku Hadî El-Amirî serokatiya wê dike û Yekîtî Niştîmanî Kurditan û hin partî û pêkhateyên din li Îraqê ji encamên hilbijartinan nerazîne.

Jibo danûstandinên derbarê vê mijarê şirovekarê pirsên Îraqê û Berpirsê Saziya "Nirij" jibo şopandin û lêpirsîna rojnamevaniyê li Duhok berêz Saman Nuh encam û derencamên hilbijartinan nirxanin.

Saman Nuh di wê bawerê daye ku grûpên şîia yên çekdar û ser bi Îranê ne, yên ku ji encaman nerazîne, dê rêgiriyê bikin û pirsgirêkan çê bikin ku hikûmet zû neyê ava kirin.

Hevpeyvîn li gel Saman Nuh
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG