Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî PDKê: Rêjeya Dengdana Taybet li Kerkuk Gelek Daketîye


Dengdana taybet li Kerkuk 08 10 2021
Dengdana taybet li Kerkuk 08 10 2021

Rêjeya beşdarbûna dengdana taybet, ku doh Înê 8ê Oktoberê pêkhat, li Kerkuk hevberkirin bi hilbijartinên derbazbûyî re gelek ya kêm bû û daketîye xwar, berpirsên aliyên siyasî nerihetiya xwe radigihînin derbarê derencamên kêm beşdarbûnê û daketina rêjeya dengdanê di hilbijatinên îsal de.

Li gor gotinên berpirsekê PDK'ê yê di asta bilind de li Kerkuk 62% beşdariya dengdana taybet hebû, ev jî hevber kirin li gel hilbijartinên din rêjek daketiye.

Ednan Kerkukî, endamê Encûmena Serkirdayetiya Kerkuk/Germiyan ya PDK'ê gote Dengê Amerîka "Di dengdana taybet de, rêjeya beşdariyê 62% bû, bo dengdana giştî ev rêje dê kêmtir bibe."

Derbarê kanê çima rêjeya dengdana taybet ya hêzên ewlehî û leşkeran ewqas kêmbû, Kerkukî got "Dengdana taybet, tiştek dinê ye û taybetmendiya xwe heye, hêvîdarim şaş derkeve, ku dibe rêjeya beşdariya dengdana giştî kêmtir be."

Di dengdana taybet de, dengên hêzên ku girêdayî partiyên desthilatê ne li Herêma Kurdistanê, weke Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê hebverkirin bi hilbijartinên berê re, di dengdana taybet de dengên wan kêmbûne.

Westa Resûl, yek ji çavdêrên YNK'ê yê di kempeyna hilbijartinan li Kerkuk got Dengê Amerka "Xelk hebûn neçûne dengdanê, û hene dengê wan şewiîye, îcar ew hêzên ku dengê xwe dane ne tenê pêşmerge ne, hêzên din jî yên piralî hene."

Li hemî Îraqê bo hilbijartinên pêşwext yên 10 Oktoberê 2021ê, 24 mîlyon 679 kesan mafê dengdanê heye, di nava wan de nêzî 14 mîlyon kesan kartên dengdanê wergirtine, dîsan li herêma Kurdistanê jî 3 mîlyon û 486 hezar kesan mafê dengdanê heye, ji wan 1 mîlyon û 941 hezar kesan karta dengdanê wergirtine.

Derbarê çima ewqas rêje li dengdana taybet kêbû, Ednan Kerkukî got "38% ji dengderan beşdar nebûn û nexwestin dengê xwe bidin, dibe ku ew hêris û bê taqet bûne, yan jî helwest wergirt be, yên ku dengê xwe nedane yên hemî hêz û aliyan di nav de ne."

Bo hilbijartinan 3240 berbijêr di kevin pêşbirkê bo qazanc kirina 320 kursiyên parlemena Îraqê û 9 jî dê bi sistema "kuta" bigehin parlemenê ku ew 9 kursî dabşkirîne bû Kirîstiyan, Êzidî, Şebek, Sabîayên Mendayî û Kurdên feylî.

Raporta Kerkuk 09 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

XS
SM
MD
LG