Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nezelalîya Ser Darxistina Hilbijartinan li Lîbyayê Didome


Welatîyên Lîbyayê bo hilbijartinan navên xwe kontrol dikin (Arşîv)
Welatîyên Lîbyayê bo hilbijartinan navên xwe kontrol dikin (Arşîv)

Bangên bo paşvexistinê hilbijartinên giştî û seroktîyê yên Lîbyayê ku tê plan kirin ku di 24'ê wê mehê de were dar xisitn, zêde dibin.

Heke hilbijartin pêk werin, piştî têkbirin û kuştina dîktatorê demdirêj Muamer Qedafî ya zêdetirî deh sal berê, cara yekê wê serokê Lîbyayê were hilbijartin.

Lê, pispor hişyar dikin ku pêkanîna dengdanê dikare welêt bixe nav tundîtûjîyeke nû.

Ew dibêjin îhtîmal e komên çekdar yên li Lîbya serketina hevrîkên xwe yên di hilbijartinan de red bikin û ev jî bibe sedama pevçûnên nû.

Nêzî 100 kesan namzetîyên xwe eşkere kirine, lê jiber pirgirêk û lihevnekirinên qanûnî, komîsyona hilbijartinan heta niha lîsteya dawî ya namzetan, eşkere nekiriye.

Lê, divê di destpêka vê mehê de lîste bihatina dîyar kirin.

Ser Rêgezên rêvebirina hilbijartinan jî pirsgirêk hene, sîyasetvanên li heremên rojava yên Lîbyayê, parlamentoya rojhilat yê li welêt tawanbar dikin ku wan bêyî şêwirandinê, reqêz qebûl kirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî meha borî gotibû ku heke hilbijartinên Lîbyayê neyên lidar xistin, dibe ku rewşa Lîbyayê "gelekî xirabtir bibe" û ev yek bibe sedema zêdetir parçebûn û pevçûnan.

Ji dema ku dîktratorê berê Muamer Qedafî sala 2011'ê bi piştgirîya NATO'yê ji desthilatê hate avêtin vir ve, Lîbya di nava kaos û şer de ye.

Li Lîbyayê pêkanîna hilbijartinan bo nexşerêya NY ya bo bidawîkirina krîza deh salî ya li welêt wek xala serekî tê nirxandin.


XS
SM
MD
LG