Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Encamên Hilbijartina Stenbolê Tirkiyê Wê Çawa Be?


Roja 31î Adara derbasbûyî hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê pêkhatin, di encama hilbijartinan de Partiya Gel ya Komarî CHPê hin bajarên mezin ji destên AKP partiya desthilatdar deranîn, di nav de bajarê mezin Stenbol, Ekrem Imamoglu berbijarê CHP'ê dengên zêdetir ji berbijarê AKP'ê Binalî Yildirim anî bûn.

Komîta Bilind ya Hilbijartinan li Tirkiyê YSK'ê biryara pûçkirina dengdana bajarê Stenbolê da û roja 23î Hezîranê weke roja dubare hilbijartinên Stnebolê destnîşan kir.

Zana Fariqînî û Fehîm Işik
Zana Fariqînî û Fehîm Işik

Mediya Tirkî di rojên dawiyê de, yên berî dengdanê balkişand ser Kurdan û peymanên Hevserokê berê yê HDP yê girtî li zîndanên Tirkiyê Selahattîn Demirtaş û Abdullah Ocalan Rêberê girtî yê PKK'ê.

Çavkaniyên HDP dibêjin wan nêzkî 1.200.000 deng li Stenbolê hene, di daxûyaniyên xwe yên vê dawiyê de HDP dibêje ti guherînek di siyaseta wan de çênebûye û ewê ji bo aştî û demokrasîya Tirkiyê dengê xwe bidin.

Kurd dê helwesteke çawan li hember dubare dengdana li Stenbolê hebe? Piştî encamên hilbijartinan zelal dibin û car dî Imamoglu biserkeve dê AKP helwestek çawan nîşan bide?

Ev pirs û ev mijar bi her du mêhavanên bernama Hello Washington re Şirovekar Zana Fariqînî ji Stenbol û Şirovekar û Rojnamevan Fehîm Işik ji Almanya hat gotûbêj kirin.

Hello Washington 21 06 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:33:51 0:00

XS
SM
MD
LG