Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Banga Navdewletî Sandiqên Hilbijartina Sûrî Tên Danîn


Rojek li pêş hilbijartina serokomarîya Sûrî maye ku Encûmana Gel di 26'ê meha Gulanê de jibo dengdana hindurîn dîyar kir ku dê sandiqên dengdanê bi tenê li deverên bin desthilatdarîya rejîma Sûrî de werin vekirin ku dadgeha destûra bilind bi tenê daxwaza sê namzetan erê kir.

Welatîyên deverên ne di bin desthilatdarîya rejîma Sûrîyê de hilbijartinên serokomarîyê Sûrîyê wek şano dibînin.

Ew dibêjin ku serokomarê Sûrîyê berê hatiye nîşan kirin û yên ku hember Beşar Esad kirine namzet, tenê lîstikvan in.

Mihemed Ferec ji Dengê Amerîka re got ku li deverên desthilatdarîya Sûrîyê bi dare zorê ye.

Beşeke din ji welatîyan dibînin ku ji dema Esad ê bav hate ser desthilatdarîyê hilbijartin li Sûrîyê nemane û ev sandiqên tên danîn bi tenê ji bo civaka navnetewî ye.

Îsa Hindawî jî dibêje ku hilbijartin bi tenê wek orf û adet maye.

Yemam Ebdilxenî dîyar kir ku armanc ji lidarxistina hilbijartinan di vê demê de tê ku serokê Sûrîyê dixwaze ji cîhanê re nîşan bide ku aramî heye û hilbijartin bi tenê wek reklam e.

Hêjayî balkişandinê ye ku benda 88’an ji destûrê Sûrî nahêle ku serokê Sûrîyê ji du caran pirtir namzetî hilbijartinên seroketîyê bibe. Lê, benda 155’an ji destûr dîyar dike ku benda 88’an li serokê berê di seroktîyê de nên bi cî kirin ku ji hilbijartinên seroktîyê ya sala 2014’an de destpê dibe.

RK_05_24_2021_Hilbijartina _Sûrî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG