Lînkên eksesibilîtî

Clinton Serborîyên Dema Hilbijartinê di Pirtûkeke Nû de Tîne Pêş Xwendevanan


Hillary Clinton, ku berbijara Demokratan ya hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2016'an bû, pirtûkeke bi navê "What Happened?" (Çi Qewimî?) nivîsî.

Xanim Clinton di pirtûkê de qala bûyerên ku di dema peyvojoya hilbijartinê de, bi serê wê de hatine, dike.

Weşangerê pirtûkê Simon Schuster dîyar kir ku "What Happened?" di 12'ê Îlonê de çap dibe û Xanim Clinton bi berhema xwe hemî rêzik binpê kirine û qala maytekirina Rûsan ya di hilbijartinê de kiriye.

“Hillary di pirtûka xwe de, ji vekolîna Buroya Vekolîna ya Federal (FBI) û heta bandora Rûsan ya ser hilbijartinê, ser gelek mijaran cara yekê agahîyan dide,” Schuster got.

Berbijarê Komarîyan Donald Trump, di hilbijartinê de Clinton têk biribû û piştî têkçûnê Hillary ji medya dûr sekinîbû.

XS
SM
MD
LG