Leşkerên artêşa Hîndîstanê tevli polîs û hêzên paramîlîter bûn, jibo nobedarîya sûk û kolanên Kashmira Hîndîstanê.
Polîs, îro Înîyê gule barandibûn ser xwenîşanderên dijî hikûmetê û di tund û tûjîya navbêra hezên ewlehîyê û cûdaxwazan be kêmî ve 3 xwenîşandêr hatibûn kuştin û 8 kesên din jî birîndar bibûn.
Piştî fermana derneketina kolanan ya hikûmetê, bi hezaran leşkerên Hîndîstanî û polîs li kolanan nobedarîyê dikin. Lê, jimareke xwenîşandêr li dijî fermanê derketin û bi keviran êrîşî leşker û polîsan kirin. Tê ragihandin, bi kêmî ve 8 kes hatine birîndar kirin.
Karbidest, di rojên pêş de çaverê zêdetir alozîyan dikin, pişt rêberê tundrê yê cûdaxwaz Syed Ali Shah Geelani, banga xwepêşandana rûniştinê ya aştîyane kir, di 21’ê Îlonê de.
Xwepêşandanên dijî hikûmetê li herêma bi piranîya Misilman, li meha Hezîranê destpê kirîbûn û di tund û tûjîyan de 96 kes heta niha jîyanên xwe hinda kirin.