Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vaksîna Xûmalî ya Hindistanê di Du Mehan de Amade Dibe


NEW DELHI, ajansa Reuters li gor wezîrê Saxlemiya Hindistanê radigihîne ku roja Yekşemê gotiye vaksîna wan ya ku Hindistanê bi xwe pêşxistîye di mehekê yan du mehên din de dê têstan dawiyê encam bide û bigihe qonaxa dawiyê.

Vê yekê hêvîyên wî welatî zêde kirin ku welatê duyê ye li cîhanî asta herî bilind ya tûşbûyên COVID-19 hene.

Civata Bilind ya Tendirustiyê ya ku Dewlet bi xwe çavdêriyê dike (ICMR) û kompaniya sektora taybet Bharat Biotech di vê mehê da têsta COVAXIN di qonaxa siyan da destpêkirîye û 26,000 kesên dilxwaz beşdarî di têstê da kirine.

Ev jî vaksîna herî pêşketî ya Hindistanê bi xwe ye, ya li dij vîrusa korona. Harsh Vardhan di konfernsek taybet li ser pandemiya vîrusa korona ya Online got "Em di qonaxa siyan ya pêşxistina vaksîna xûmalî dane, di mehek yan du mehên din de dê temam bibe."

Plana hikûmetê ewe ku heta Tiîrmehê vaksînê bo 200 heta 250 milyon kesan amade bike, zanayê ICMR vê mehê gotbû Reuters ew li bendê ne, vaksîn heta meha Şibatê yan Adarê amade bibe, herçende kompaniya sektroa taybet Bharat Biotech roja Înê gotbû Reuters ku herî direng heta meha Adarê yan Nîsanê vaksîn dê amade bibe.

Vardhan dibêje, dibe ku hikûmet ji bo pîr û kalên tûşî vîrusê bûne destûrdaneke lezgîn ya vaksînê bixwaze jibo herêmên ku asta tûşbûyan bilinde.

Ji hejî bîr xistinê ye ku heta niha çendîn vaksînên pêşxistî yên li dij COVID-19 hatine ragihandin, ji wana kompaniya Moderna, kompaniya Pfizer û BioNTech, eva Hindistanê û herwiha vaksîna AstraZeneca ya zanîngeha Oxford, hin kompaniyên din yên cîhanê behsa pêşxistina vaksîna li dij vîrusa korona dikin.

Roja Yekşemê 45209 kesên tûbûyî li Hindistanê hatine tomar kirin, heta nihe li wî welatî 9.09 mîlyon nexweşên vîrusa korona hene ku li gor vê hejmarê dibe welatê duyan li cîhanê piştî Amerîka, hejmara miriyan di navbera 501 -133 hezar kesan daye, li paytext New Delhi rêjeya herî zêde ya miriyan di serdema pandemiyê da hatiye tomar kirin.

XS
SM
MD
LG