Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 22 Karmendên Ewlehîyê di Êrîşa Mîlîtanên Maoist de li Hindistanê


 hêzên ewlehîya Hindistanê (Arşîv)
hêzên ewlehîya Hindistanê (Arşîv)

Karbidestan îro Yekşemê dîyar kirin ku, herî kêm 22 endamên hêzên ewlehîya Hindistanê, li eyaleta Chhattisgarh ji hêla mîlîtanên Maoist ve hatine kuştin.

Ev êrîş ya herî xwînrêj bû, ku komên serhildêrên çepgir yên tundrê ku îsal encam dane.

Karmendên ewlehîyên ku girêdayî yekîneya COBRA û Tîma Hêza Taybet, di dema operasyona dijî serhildayan de rastî êrîşê hatine û ew di pevçûna çekdarî de, ku çar demjimêran dom kirîye, hatine kuştin.

Bûyer, li herema Sukma ya ser sînor ku 340 kîlometre dûrî başûrê Raipurê ye, pêk hatiye.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Hindistanê Amît Shaah li ser bûyerê daxuyanî da rojnamevanan.

"Operasyona lêgerînê didome, lê, ji her du alîyan jî kuştî hene. Karmendên me yên ewlehîyê hatine kuştin. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim û ez dixwazim malbat û welat re bidim zanîn ku xwîna ku wan bo welat feda kirine dê li erdê nemîne. Şerê me dê pirtir bi hêz û xurt be, emê şerê xwe yê dijî Maoîstan bidomînin û emê vê yekê bi dawî bikin, " Shaah got.

Hejmara mirîyan, bo hêzên ewlehîya Hindistanê ku ji 2017'an vir ve, dijî gerîlayên çepgir şer dikin, hejmara herî bilind e.

Koma Maoîstan ku wek Naxals jî têne zanîn, ji 1967'an vir ve, dijî hikûmetê serhildanek çekdarî dimeşînin.

Rêberên koma milîtanên çepgir yên tund dibêjin ew li ser navê xizanan şer dikin, yên ku ji pêşkeftina aborî ya dirêj ku aborîya sêyemîn ya mezintirîn ya Asyayê ye, ti feyde wernegirtine.

Koma mîlîtan li heremên daristanî xwe rexistin dikin û dijî rêvebir û hêzên Hindistanê çalakîyên xwe bi rengekî veşartî pêk tînin. Vê Komê berpirsyarîya êrîşa dawîn negirt ser xwe.

XS
SM
MD
LG