Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan jiber Zarara Korona, Paketeke 260 Mîlyar Dolarî Hazir Dike


Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi dîyar kir ku wan bo zararên aborî paketeke alîkarîyê ya bi nirxê 260 mîlyar dolaran hazir kiriye.

Modi da zanîn ku di wê paketê ji cotkaran hetan kompanîyên karkerên koçber dixebitînin bo gelek alîyan alîkarî heye.

Wî got ku Wezareta Darayî dê di rojên pêş de hûrgilîyên paketê ragihîne.

Li Hîndistanê heta niha bi qasî 70,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 2200 kes bi vîrusa korona mirine.

XS
SM
MD
LG