Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hindistan û Pakistan Danûstandinên Veşartî Dikin


Alên Hindistan û Pakîstan
Alên Hindistan û Pakîstan

Ajansa Reutersê ji zaravê çavkanîyên li Delhî îro Çarşemê ragihand ku Karmendên îstixbarata payebilind ên ji Hindistan û Pakîstanê di Rêbandanê de li Dubaî bo aramkirina alozîya leşkerî ya ser herêma Hîmalaya ya Kaşmîrê danûstandinên veşartî pêk anîne.

Çavkanîyan ragihand ku her du hikûmetan bi armanca nexşerêyeke nerm ya bi armanca normalkirina peywendîyan kanalek dîplomasiyê vekiriye.

Piştî êrîşekî xwekujer ya dijî karwanek leşkerî ya Hindistanê ya li Kaşmîrê ya di 2019'an de, ku bû sedem ku balafirên şer yên Hindistanê şand ser Pakistanê, peywendîyên di navbera her du welatan aloztir bû.Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, piştre di wê salê de, xweserîya Kaşmîr ya ku Hindistan desthilatdar bû, paşve kişand da ku dorpêça xwe ya ser heremê xurt bike, Pakistanê hêrs bike, têkilîyên dîplomatîk û bazirganîya dualî rawestandine.

Reutersê da zanîn ku karbidestên ji sazîya Lêkolîn û Baska Analîz ya Hindistanê, ajansa sîxurîyê ya derve, û îstixbarata Navxweyî ya Karûbarên Pakistanê bo civînek ya bi navbeynkarîya Mirgehên Yekbûyî yên Erebî çûne Dubaî.

Wezareta karên derve ya Hindistanê bersîva daxweza şîroveyê neda. Hevdem, artêşa Pakistanê, jî bersiv neda.

Lê, Eyşe Sîddîqa, pispora parastina berevanîya Pakistanê, got ku ew bawer dike karbidestên istixbarata Hindîstan û Pakistanî ev çend mehên li welatên sêyan dicivin.

"Ez bawer dikim ku li Tayland, li Dubaî, li London di navbera karbidestên asta herî bilind de civîn çêbûne," Sîddîqa got.

Yek ji wan çavkanîyan dîyar kir ku pir tişt hene ku hîn jî dikarin xelet biçin, ev xeterî ye. Jiber vê yekê ye ku ti kes li pêş raya giştî naaxife, hîn navê wê tune ye, ev ne pêyvajoyeke aştîyê ye; hûn dikarin wê wek tekilîyekî jinûve bi nav bikin.

Piştî civîna di Rêbendanê de, Hindistan û Pakistan ragihand ku dê erîşên li ser xeta Kontrolê (LOC) ya sînor ku Kaşmîrê dabeş dike, bidin rawestandin.

Karbidestên leşkerî yên her du welatan gotibû ku agirbest berdewam dike.

Hevdem, her du alîyan dîyar kirin ku ew plan dikin ku hilbijartinên li aliyên xwe yên Kaşmîrê di vê salê de, pêk binîn.

XS
SM
MD
LG