Mêşvanekî Kurd di konferanseke navdewletî ya pêşbirka hingiv de kir ku li Erebistana Saûdî hatbû organîzekirin zêdetir ji 40 welatan beşdar bibûn, jiber başiya kualîteya hingivê kurdî pileya yekem bi dest xist.
Di konferans navdewletî ya 16an de, ya mêşvanên parzemîna Asya de ku 41 welat beşdar bûn û li bajarê Albaha yê Erebistana Saûdî hatbû lidarxistin, mêşvanê kurd yê ji herêma Xelîfan ya Herêma Kurdistana Îraqê Ferheng Husên pileya yekem bi dest xist.
Mêşvan Ferheng Husên ji Dengê Amerîka re got "Ez şanaz im ku li ser navê Kurdistanê min ev xelat wergirt û kêfxweş im ku berhemên xwezayî yên Kurdistanê gihiştine asteke wisa û li cîhanê tên naskirin."
Ferheng got "Tiştê ku hingivê Kurdistanê ji welatên din cuda dike, vedigere bo taybetmendiya wan gul û kulîkane û curên wan yên pirrengî ku çavkaniya hingivê mêşane li Kurdistanê."
Mêşvan dibêje ku wî pîşeya xwe ji bav û kalên xwe wergirtîye û 15 sal in ji bo pêşdebirina berhemên xwe karê mêşvaniyê dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî niha gotibû, ew hewl didin xwe bispêrin berhemanîna navxwe û ne tenê hinartina petrolê weke çavkaniya dahatê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka vê hefteyê de got: "Çandinî dê bibe piştevaniya Kurdistaneke bihêz û bi baweriya min serkeftina Kurdistanê niha di pêşxistina sektora çandiniyê de ye."
Serokê saziya Mêşhingivên Herêma Kurdistanê Arif Şêrwanî ji Dengê Amerîka re got: "Em kêfxweş in ku li Asyayê vê astê hingiv bidest dixin û hingivîna Kurdistanê li welatên kendavê pir tê xwestin."
Wî balkişand ser giringiya hewlên zêdetir bo nasandina berhemên hingiv li Herêma Kurdistanê û niha jî hemahengî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hinartina berhemên hingiv tê kirin.
Şêrwanî got "Mixabin berhemanîna hingivîn li biyabanan ji ber ziwabûn û nebarîna baranê kêm bûye."
Wîlan Sidîq - Dengê Amerîka