650 profesorên hiqûqê yên Amerîka, bi nameyeke hevpar ya ku di New York Timesê de hat weşandin bang li Senatoya Amerîkî kirin.
Profesoran dîyar kir ku Berbijarê Dadgeha Bilind Brett Kavanaugh bo wî karî bike, ‘’bi qasî ku hewce dike ne bêalî ye’’
Di nameyê de, profesoran dan zanîn ku Kavanaugh di rûniştina li Komîsyona Dadê ya Senato de, ku di 27’ê Îlonê de pêk hat, bersîvên provokatîf dane.
‘’Mijara wê rûniştinê bo herkesî giran bû. Lê, Kavanaugh gava yekî ji wî pirs dikirin, li şûna ku di lêgerîna rastîyê de eşkere be, bertekên tund yên bi hêrs nîşan dan’’ di nameyê de hat gotin.
Profesorên hiqûqê dîyar kirin ku senatoran bê ku bala xwe bidin ser çi qewimîye çi neqewimîye, tavilê ser bûyerê gotine ku ‘’darbeyeke sîyasî ya plankirî’’
Li ber e ku berbijarîya Kavanaugh vê hefteyê li Senato were pejirandin. Senato dê sibê Înê ser peyvajoyê, roja Şemîyê jî ser endamtîya Kavanaugh biryara dawî bide.
Serokê Komarîyan Mitch McConnell da zanîn ku FBI dikare heta wê demê rapora ser îdiayên destdirêjîya seksî yên dijî Kavanugh vekole.
FBI dijî Kavanaugh dest bi vekolînê kiribû. Profesor Christina Blasey Ford û du jinên din îdia dikin ku Kavanaugh di salên 1980’yî de dijî wan destdirêjîya seksî kiriye, lê Kavanaugh wan îdiayan red dike.