Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwaringeha Duhokê Piştî Nerazîbûnan Navê Xwe Guhert


Xwaringeha Rêber
Xwaringeha Rêber

Xwaringeheke bi nave Hîtler li Duhokê hatibû vekirin ku demek e kar dikir û rizamendîya yasayî ji her cihî wergirtibû.

Piştî kanala Rûdaw bi bîrewerîya derbazbûna 80 salan li ser Cenga Cîhanî ya Duyê çêkir û ew xwaringeh ji nîşandabû, li torên civakî hin nerazîbûn hatin nîşandan.

Di 4’ê Îlonê de hêzên asayîşa Duhokê çûn wê xwaringehê û navê heyî dan guhertin.

Rêber Mihemed yê xudanê xwaringehê got ku hemî pêrabûnên yasayî bo vî navî hene.

“Min ev nav tenê jibo navdarîya xwaringehê dane, ne jiber çi meremên din. Nûke min nav guherand bi nave xwe Rêber û ezê karê xwe bidomînim.”

Şêx Eyad Hesen, serokê Jora Bazirganîya Duhokê dide zanîn ku azadîya navkirina cîhên bazirganî mafê hemwelatîyan e.

“Bi qanûna Îraqî û yasaya ya Herêma Kurdistanê ya jimare 14 ya sala 1993’an dîyar dike ku navkirina her cîhekî bazirganî azad e, tenê eger dubare nebe û dîsa dijî ti ayîn û mezheb û mîletan nebe. Navê Hîtler wek dîktator nayê hezk irin. lewran ev guherîn çêbû.”

Hesen got ku rast e wan bi rengekî fermî rizamendî li ser vî navî kiriye, lê piştî nerazîbûna gel wan ji xwedîyê xwaringehê xwest ku nav biguherîne û wî jî nav kir Xwaringeha Rêber.

SB_Xwaringeha_Hitler_09_05_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00


XS
SM
MD
LG