Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê Aborî yê Xessan Hîto Hilbijartina Wî Dinirxîne


Şîretvanê Aborî yê Serokwezîrê Opozîsyona Sûrîyê Brahîm Mîro dibêje, opozîsyon bi gotûbêjên heta niha pir westîya bû, divîyabû kesekî şarezayê îdarî destnîşan bike ku ew jî Xessan Hîto bû.

Brahîm Mîro, li ser hilbijartina serokwezîr ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, divîyabû berî niha bi şeş mehan ev biryar hatiba girtin, biryareke derenge ku gelek zehmetî jî bixwe re anîne û niha herêmeke xiruxalî li benda serokwezîr e.

Şîretvan Mîro dide zanîn, Serokwezîr Hîto bixwe Kurdê Şamê ye ku çend gotinên paqij yên Kurdî jî dizane.

Ew dibêje, destpêkê dibe ku zehmet be Hîto berê xwe bide herêma Kurdên Sûrîyê, lê demên pêş kesên mîna me ku em dikarin pê re bipeyivin emê van şîretan lê bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG