Breaking News

Hîzbullah: Emê Hikûmeteke Hevalbendîyê Damezrînin

Hîzbullah: Emê Hikûmeteke Hevalbendîyê Damezrînin
Hîzbullah: Emê Hikûmeteke Hevalbendîyê Damezrînin

Rêberê Hîzbullahê Hasan Nasrallah dibêje, ew dê hikûmeteke hevalbendîyê damezrîne, eger berbijrê wê yê serokatîyê piranîya parlemanê destve bîne.

Seyîd Hasan Nasrallah her wiha do Yekşemê got, ew naxwazin ti partîyên sîyasî li dervayî kabîneyê dahatî bihêlin.

Demeke zûtir ya vê mehê, Hîzbullah û hevalbendên wê ji koalîsyona Serokwezîr Saad Herirî vekêşabûn û hikûmet jî hilweşîyabû.

Li ber e, hikûmeta demkî ya Lubnanê îro Yekşemê destbi danûstandinên parlemanî bike, jibo bijartina serokwezîrê nû.

Endamên Hîzbullahê yên parlemanê û piştevanên wan karvekêşana xwe dabû, jiber nerazîbûna wan ya biryara Saad Harirî ya piştgirîya komîsyona vekolêr ya Neteweyên Yekbûyî, ku jibo vekolîna kuştina serokwezîrê berê Refîq Herirî hatibû damezrandin.

XS
SM
MD
LG