Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Min Têkilîyeke Berhemdar bi Netanyahu û Hizbullahê re Encam da

Serokê Amerîkayê Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî peywendîyên wî yên telefonî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û bi rêya navbeynkaran bi Hizbullahê re danî, herdu alî ser rawestandina pevçûnan razî bûne.

Serok Trump berî demek kurt di Truth Social de peyamek weşand û got "Min bi Serokwezîr Îsraîlê Bîbî (Netanyahu) re peywendîyeke pir berhemdar hebû, ku êdî ti leşkerên Îsraîlê nakevin Beyrûtê, û leşkerên ku li ser rê bûn jî, hatine vegerandin."

Wî her wiha got "Bi heman awayî, bi rêya Nûnerên Payebilind, min bi Hizbullahê re peywendîyeke pir baş hebû, û lihevhatin çêbû ku hemû pevçûn werin rawestandin - Ne Îsraîl êrîşî Hizbullahê bike, ne Hizbullah êrîşî Îsraîlê bike."

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netahyahu Îro Duşemê, di daxuyanîyeke hevbeş de ku ligel Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz hate weşandin, ferman da artêşa Îsraîlê ku li navçeya Dahîye ya Beyrûta paytexta Libnanê, beşê başûr ê bajêr ku wekî bingeha Hizbullahê tê hesibandin, êrîş bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG