Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hizbullah Agirbesta li Libnanê Red Dike

Hêzên UNIFIL
Hêzên UNIFIL

Reuters ragihand ku Hizbullaha Libanê plana agirbestê ya ku hikûmetên Libnan û Îsraîlê di danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê de li hev kiribûn red kir.

Îsraîlê roja Pêncşemê ragihand ku ji ber êrîşên Hizbullahê yên domdar ewê hêzên xwe ji başûrê Libnanê venekişîne.

Di heman çarçoveyê de Artêşa Îsraîlê got ku topbarana Hizbullahê li dijî bingeheke hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî (UNIFL) li başûrê Libnanê bû sedema kuştin kesekî û birîndarbûna du kesên din.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku vekolînên ser tobpbaranê diyar dikin ku ew top ji alîyê Hizbullahê ve hatiye avêtin.

Artêşa Îsraîlê ev êrîş wekî mînakeke din a gefên Hizbullahê li herêmê binav kir.

Di heman demê de, hêzên UNIFL piştrast kir ku endamekî wan ê hêzên aştîxwaz hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Ev bûyer di demekê de tê ku li başûrê Libnanê pevçûnên leşkerî yên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de didomin, û di demên dawî de gelek caran aştîxwazên Neteweyên Yekbûyî bûne armanca şer û pevçûnan.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê roja Çarşemê ragihandibû ku Libnan û Îsraîlê li hev kirine ku agirbestekê pêk bînin, bi mercê ku Hizbullah, a ku ji hêla Îranê ve tê piştgirîkirin agirbestê rawestîne û şervanên xwe ji deverên başûrê Libnanê yên nêzîkî sînorê Îsraîlê ne derxîne.

Hizbullah ji alîyê Amerîkayê ve wekî rêxistineke terorîst tê hejmartin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG