Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Birîtanya Hizbullaha Lubnanê Bi Temamî Ket Lîsta Terorê


Hassan Nasrallah rêberê Hizbullaha Lubnanê
Hassan Nasrallah rêberê Hizbullaha Lubnanê

Parlamena Brîtaniya roja Pêncşemê biryara wezareta navxwe ya derbarê qedexirkina bi temamî ya Hizbullaha Lubanê erê kir, piştî biryara hat erêkirin êdî ew Hizib bi hemû şaxên xwe yên leşkerî û siyasî ve dikeve di lîsta terorê de.

Piştî roja Sêşemê Civata Giştî ya parlamena Brîtaniya biryara wezareta Nvxwe erê kir bû îro Pêncşemê Civata Lordan jî erê kir, ev tê wateya ku sibê roja Înê Yekî Adarê biryara dikeve warê praktîze kirinê.

Wek tê zanîn destpêka hefteyê wezîrê Navxweyê Brîtanya Sajid Javid got "Hizbullah berdewame li ser hewildanên têkdana rewşa têkçûyî ya Rojhilatanavîn, weha bûye ku êdî em nikarîn cûdahiyê bixin nava şaxê wê yê leşkerî ku di nava lîsta terorê de ye û Hizbullah weke partiyek siyasî".

Javid dîsan got bû "Jiber vê yekê biryar hatiye stendin ku Hizbullah bi temam bihê qedexekirin".

XS
SM
MD
LG