Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Demîrbaş: Kurdî ji AKP'ê re Serbest e ji Kurdan re Qedexe ye


Şaredarîya Sûrê ya li Dîyarbekirê, meclîsa xwe de biryarek derxist ku wê encama biryarên meclîsê bi Kurdî û Tirkî binivîsin û bişînin.

Li ser vê biryarê, encama civîna meclîsa şaredarîyê bi Kurdî û Tirkî hat nivîsandin û ji Qeymeqamîya Sûrê re hate şandin.

Qeymeqamî, jiber ku di nivîsên fermî de bikaranîna Kurdî li dijî qanûna Tirkîyê ye, Kurdî red kir û belge li şaredarîyê vegerand.

Bajarvanê Sûrê Abdullah Demîrbaş helwesta qeymeqamîyê rexne kir.

Demîrbaş got “Çima bi zimanê Îngîlîzî, Almanî nivîsîn serbest e, lê ji Kurdî, Suryanî û Ermenî re qedexe ye. Kurdî ji hikûmeta AKP'ê re serbest e, lê ji Kurdan re qedexe" ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG