Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndistan: Êrîşa Dijî Balyozxaneya Îsraîlî Karekî Pisporî ye


Hîndistan: Êrîşa Dijî Balyozxaneya Îsraîlî Karekî Pisporî ye
Hîndistan: Êrîşa Dijî Balyozxaneya Îsraîlî Karekî Pisporî ye

Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê Palaniappan Chidambaram dibêje, bombekirina balyozxaneya Îsraîlî ji alîyê terorîstekî şareza hatiye kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Hîndistanê Palaniappan Chidambaram roja Sêşemê got, bombe çend sanîye piştî ku terorîst bi motosaykila xwe ew di çanteya otomobîla jineke de cîh kir, peqîya.

Di êrîşê de jina dîplomatekî Îsraîlî birîndar bibû û êrîş li yek ji taxên herî ewle ya paytaxt New Delhi qewimîbû.

Palaniappan Chidambaram her wiha ragihand, karbidestên welatî wî û yên Îsraîlî bi hevre dixebitin ku berpirsên bûyerê peyda bikin.

XS
SM
MD
LG