Pênç partîyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêkanîna hevalbendîyeke sîyasî ya navê Hevgirtina Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê (HNKS) ragihandin.
Her pênç partîyên ku berî niha di nava Lêvegera Sîyasî ya Kurdî de bûn û ne li ser ENKS û TEV-DEM ê bûn, niha koalîsyonek bi hevre ava dikin.
Partîyên ku HNKS ragihandin ev in: Partîya Yekîtî (El Wahde), Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê (El Partî) Partîya Çep û Tevgera Çaksazî.
Cîgerê serokê Yekîtî Mistefa Meşayix ji Dengê Amerîka re armanc û sedema avakirina HNKS wiha tîne ziman:
"Pêdivî bi laşekî sîyasî ya Kurdî li Rojava heye ku dûrî bandora alîyên sîyasî yê Kurdistanî be."
Sekreterê Partîya Çep, Salih Gedo jî dibêje, "emê piştgirya hêzên YPG, YPJ û QSD bikin."
Sekreterê El Partî Nesredîn Îbrahîm jî dibêje "emê li ser yekrêzîya gotara Kurdî di civînên navnetwî de kar bikin."
Hêjayî gotinê ye, HNKS di 12ê vê mehê de wê kongreya damêzrener yê HNKS wê were darxistin û tê de rêbaz û rêxistina hevalbendîyê were destnîşan bikin.