Berî Hêzên Sûriya Demokrat "HSD"e, dest bi êrîşên ser Baxozê bikin ku bingeha herî dawiyê ya çekdarên DAIŞê ye, rewşa kampên koçberan li herêmê bi giştî û li kampa Holê bi taybetî rewşek xerab û kambax bû.
Di kampa Holê de berî van êrîşan zêdetir ji 9 hezar kes hebûn, lê piştî ku êrîşên ser Baxoz pêk hatin, bi 10 hezaran koçber ji wê herêmê heta niha hatine derxistin û piraniya wan li kampa Holê hatine bicî kirin.
Nebîl Hesen di hevpeyvîna ku Revîn Doskî rojnamevan Dengê Amerîka pê re encam daye dibêje, piraniya rûniştvanên Kampa Holê welatiyên Sûrî û Îraqî têkel in, niha hejmara xwecihên Kampa Holê gihaye nêzî 60 hezar kesan.
Temamiya hevpeyvînê di faila deng de guhdarî bikin