Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîn 16 Hezar Kes ji Malbatên DAIŞê yên Sûrî li Kampa Holê Hene


Bi hezarên kesên ji malbatên DAIŞê yên Sûrî ku ji deverên rejîma Sûrîyê ne, nikarin vegerin cîhên xwe yê resen.

Li gor amarên rêvebirîya kampa Holê hejmara Sûrîyên li kampê mane 16,684 kes in, ku ji herêmên Sûrî yên jêr kontrola rejîm û opozisyonê ne.

Li gor rêvebirîya kampê malbatên Sûrî ji deverên rejîma Sûrî yên wek Heleb û Hema yên herî tund in.

Malbatên DAIŞê yên Sûrî ji deverên rejîma Sûrîyê li beşa 5an yên kampê dimînin û ew jî tirsa girtin û kuştinê red dikin ber bi deverên xwe yên resen vegerin. Xwesteka van ew e ku Rêvebirîya Xweser wan li deverên bin kontrola xwe bi cîh bike.

Rêvebirîya Xweser bi bîr tine ku di sê salên borî de piranîya Sûrîyên ji malbatên DAIŞê yên ku ji deverên bin kontrola wê ne, ji Holê hatin veguhastin û herî dawî di 2023an de 578 kesên ji Minbic û Reqayê ji kampê hatin derxistin.

Rêvebirîya Xweser dibêje ku derxistina van kesan ji bo deverên wan yên resen bi çareyeke sîyasî ve girêdayî ye loma niha biryara bicîkirina wan malbatan li deverên bin kontrola wê tuneye.

XS
SM
MD
LG