Televîzyona RTL îro Pêncşemê ji zarê jêderên fermî ragihand ku hikûmeta demkî ya Hollanda wê soza 400 mîlyon euroyên din piştgirîya diravî bide Ukrayna.
Bi vê ragihandina nû alîkarîya giştî ku di nava 2024an de diçe Ukrayna wê bi giştî bigihêje 2,4 mîlyar euroyan.
Ajansa nûçeyan ya Hollandî ANP jî ragihand ku hikûmet herwiha plan dike ku di sala 2025'an de herî kêm 1,5 mîlyar euro alîkarî ji Ukraynayê re veqetîne.
ANP got ku Hollanda bi vê alîkarîya nû hewil dide ku asta lêçûnên berevanîyê bilind bike û bîne % 2 budceya xwe ku endamên NATOyê li ser wê hevbîr bûbûn.
Lêçûnên berevanî yên Hollandî di deh salên borî de tim ji rêjeya armanckirî ya NATO kêmtir bû û sedema wê jî polîtîkayên şidandina qayişê anku hewilîn balanskirina budceyê bû.
Medya Hollandî da zanîn ku biryara hikûmetê wê sibe ji bîragiştî re were eşkere kirin.
Jêder: Reuters