Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Kurd Dibêjin jibo Vegera Dilxwazî ya Sûrîyên li Kampa Holê Hazîrî Didomin


Karbidestên Kurdên Sûrîyê ragihand ku ewê destûr bidin hejmareke mezin ya kesên li Kampa Holê ku malbatên endamên DAIŞê ne, vegerin malên xwe.

Rêvebira kampê Cîhan Henan ji Reutersê re got ku wan jiber rastîya nû ya piştî rûxandina rejîma Beşar Esad ev biryar da.

Henan got ku jibo hêsankirina vegera dilxwazî ya 66 malbatan amadekarî tên kirin ku ew bizivirin warên xwe yên berê.

Tevî ku hûrgilîyên naveroka lihevkirina navbera rêvebirîya Kurdan û HTŞ hîn nayê zanîn, xuya dibe ku ev yek bi kordînasyona her du alîyan çêdibe.

Dîsa, Amerîka û Fransa jî roleke girîng dilîzîn ku kesên ku girêdayî DAIŞê li zindan ne, vegerimn warên xwe û kesên bîyanî jî ji hêla welatîn xwe werin wergirtin.

Li Kampa Holê nêzîkî 40 hezar kes dimînn ku beşeke girîng ji wan bîyanî ne û hikûmeta Îraqê 10 hezar hemwelatîyên xwe vegerandin welêt û danûstandin didomin ku dewletên din jî heman tişt bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG