Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda Dijî COVID-19 Karanîna Rûberkan Mecbur Dike


Dîmeneke ji peyvajoya vîrusa korona ya li Amsterdam, Hollanda
Dîmeneke ji peyvajoya vîrusa korona ya li Amsterdam, Hollanda

Li Hollanda, hemberî belavbûna vîrusa korona qanûneke ku karanîna rûberkan mecbur dike îro Sêşemê destpê kir û sîyaseta xwe ya heya niha guherand.

Pêdivî ye ku tevî dibistan, supermarket û xwaringehan li tevahîya avahîyên gelemperî bo sê mehan were karanîn.

Kesên ku vê rêgezê binpê dibe ku bi heya 114 Dolaran were ceza kirin.

Karbidestên saxlemîyê dîyar kirin ku bûyerên nû COVID-19, ji 33.949 pêketinên di 1'ê Berfenbarê, niha di heftaya dawî ya 24'ê Berfenbarê de daketîye 36.931 bûyeran.

Hollanda, ji 13'ê Cotmehê vir ve, qedexeya derkatina derve ya qismî ragihandibû.

Hikûmetê, ji Adarê heya Îlonê pêşnîyarên Enstîtuya Neteweyî ya Saxlemîyê şopand û tenê bo veguhastina giştî tedbîra karanîna maskan bikar anî.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ji meha Hezîranê vir ve, bo parastina dûrahîya civakî, li cihên giştî karanîna rûberkan pêşniyar dike.

Lê, berpirsê RIVM Jaap van Dissel îdîa kir ku bo bandora maskan ti delîleke zanistî ya berbiçav tune û got ku karanîna wan dibe sedem ku mirov rêgezên girîngtir yên wek parastina dûrahîya civakî, paşgoh bikin.

Lê, di 30'ê Îlonê de hikûmetê siyaseta xwe ya heya niha guherand û biryar da ku bi rengekî xurt karanîna maskeyan li cihên giştî yên qelebalix, pêşnîyar bike.

Çavder dibêjin ku ev pêşnîyar li Hollanda pir nehatîye şopandin û ne diyar e ka qanûn dê were karanîn an na.

Tevî pêşnîyara hikûmetê, malpera RIVM dibêje ku îhtîmala feydaya karanîna maskeyan dê pir hindik be.

Parlementoya Hollanda jibo ku karanîna maskan mecbur bike, qanûnek taybetî derxist da ku bi qanûna bingehîn ya derbarê azadîya kesane re hevseng bibe.



XS
SM
MD
LG