Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

115 Malbatên Îraqî ji Kampa Holê Hatin Derxistin


Roja Çarşemê 115 malpatên Îraqî ji kampa Holê ber bi Îraqê ve hatin şandin. Li gorî jêderekî ji rêvebrîya kampa Holê ku nexwest navê wî eşkre be, got ku şandeke ji Îraqê li gel UN ve li kampa Holê amadebûn û bi rêka dergehê Yerbûyî li gel malpatan derbasî Îraqê bûn.

Li grî agahîyan ku hejmara kesên ku derketin 477 kes, ji 115 malpatî pêtên.

Ne rêvebirîya kampê , û ne desetya karûbarê Civakî ya rêvebirîya xweser derbarê mijarê de daxuyanî da, lê tekez kirin ku geşta Îraqîyan ji kampê hat derxistin û derengî şevê gihştin Îraqê.

Rojnamevan Dilbirîn Xelo ji Dengê Amarîka re tekez kir ku Îraqîyên malpatên Daişê li kampekê li Îraqê li herêma Mûsilê hatin bicihkirin.

Li gorî serjimaran ku 8148 malpatên Îraqî li kmapa Holê dimîn in, û li gorî jêderekî ewlekarî li kampê ji Dengê Amarîka re got ku rêkeftinek navbera hikûmeta Îraqî û rêvebirîya xweser heye ku 5000 hezar malpatên Îraqî ji kampa Holê ber bi welatên wan ve werin derxistin.

Hêjaye gotinê ye ku ev nifşê diwem e di vê salê de ku beşê yekê di meha 5 an de hatin derxistin.

Li gorî hêzên ewlekarîyê li kampê derxistina malpatên Daişê yên Îraqî mîna kêmkirina gefê li kampê .

Li alîyekî din, piranîya malpatên Îraqî li kampê ji bo vegerê ji ber tolên mezhebî bi tirs in.

ZO_09_30_2021_Hol_Malbatên_Îraqî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG